Русские видео

Сейчас в тренде

Иностранные видео


Скачать с ютуб Seydayê Tîrêj | Qulingo в хорошем качестве

Seydayê Tîrêj | Qulingo 3 года назад


Если кнопки скачивания не загрузились НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу страницы.
Спасибо за использование сервиса savevideohd.ru



Seydayê Tîrêj | Qulingo

Qulingê min çima îro Bi qirin tê ji germiyana Bi çeng û bask û perwazan Berê te wa li zozana Li te rê dûro, westawo Ji heval hogiran mawo Berê te her li berjor e Diki gazî li pê wana Bi vê qirîn û hawarê Xem û derdêm te tev rakir Birînên dil te axaftin Bi wan êş û kul û jana Gelo ma qey tu dilya ye Ji germa Kerbela jaro? Di vê cihê bav û bapîran Welatê berf û barana Welatê kanî û ava Welatê wa çemû mava Welatê çiçek û baxa Welatê mêrg û çimana Welatê fêris û mêra Cihê comerd û camera Welatê kaniya zêra Cihê petrol û mircana Welatê bilbil û bazan Welatê şalûr û qazan Welatê dilber û nazan Welatê ebr û qeytana Welatê kovi û şêran Welatê xêr û hem bêran Welatê gol û avgêran Cihê Medya û Mitana Weyaxud tu evîndar î Dixwazî dîtina yarê Digel hev ku bikin seyran Di nîv bax û gulistana Li te mizgîn qulingê min Qonaxa te ne pir dûr e Bi yek firê tu dighê cem Di nava erd û ezmana Ne wek rengê min diljar i Ji gişt û ditina yara Me çeng û bask û per nîne Ku wek te bighêjim wana Ji Yezdan ez dikim hêvi Tu bighê meqsed û waran Bi dilşahî li hev rûnin Li ser darên di kizwana Bi xwedê ki qulingê min Tu raweste hela carek Ji te r' bêjim du sê peyvan Delalê ber dil û cana Berê te ger li Amed bi Tu xweş deyni qulingê min Li kêla Şêx Seide kurd Bidi ber deng û fixana Biki qirin li ser gore Ku kuştî pêk ve bên dorê Silavê min li hemyan ke Heval û hogirê wana Silavê min biki disa Li kurdêd Ameda rengin Li wa girtiyên di riya millet Di çal û heps û zindana Eger tu diçî Mehabadê Li nîv gorê şehidan deyn Bibêje Qadi û Seyfi Hezar rehmet li ser wana Berê te ger li Serhed bi Weyaxûd Dêrsim û Sason Li zozanê Şerefdine Li Agridax û Sipana Silavê min li kurdan ke Çi xort û qîz û mêr û jin Li xakî kurd û Kurdistan Li birc û xan û eywana Bibêje ku gelek Tirej Ji bo we tim pesindar e Belê ma çi biki ew gêj e Ji ber van çerx û dewrana

Comments